Kirmaşan; Ji bo Behmen Nadrî 6 meh cezayê girtîgehê û cezayê pere hat birîn

22:04 - 15 Nîsan 2024

Behmen Nadrî welatiyekî Kirmaşanê bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 6 meh heps û 8 milyon Tûmen cezayê pere hat cazakirin. 
 
Li gor çavkaniya ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev ceza roja Duşemî 27ê Xakelêweya 1403an a Rojî, li dadgeha Şoreş a Kirmaşanê, ji bo Nadrî hatiye şandin. 
 
Rûniştina dadgehîkirina vî welatiyê roja 6ê Xezelwera sala 1402an a Rojî li taya yekem a dadgeha Şoreş a bajarê Kirmaşanê bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” bi rêya weşana  bangewaziyek li ser torên civakî bo lidarxistina xwenîşandanan di salroja serhildana şoreşgerî ya Jin, Jyian, Azadî de bûye. 
 
Behmen Nadrî di 21 Xermanana sala 1402’an a Rojî de, bi hilkefta salvegera serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji aliyê ajanên Rêxistina Îtlaata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkiri û piştî hefteyekê ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hatibû azadkirin. 
 
Herwisa, roja Yekşemî 8ê Befranbara 1402`an a Rojî, ev welatiyê Kurd bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê” piştî gazîkirina bo taya çar ya dozgeriya giştî û şoreşa Kirmaşanê, bi sedema belav kirina bangeşeya li ser torên civakî bo baykutkirina hilbijartinan, hate tawanbar kirin, û piştî çend demjimêran bi danîna barimteya 400 milyon Tûmenî bi awayekî demkî hatibû berdan. 
 
Behmen Nadrî jidayîkbûyê 12’ê Banemera 1369’an a Rojî ye û zewicî ye.