Newsûd: Kolberek ji ber teqîna mînê lingê wî qut bû

20:06 - 7 Adar 2024

Sibeha roja Pêncşemî 17`ê Reşemeyê , kolberek bi navê “Mihemed Mîranî” xelkê gundê “Banewere” ya ser bi bajarê Pawe, li sînorê Newsûdê bi sedema teqîna mînekê bi giranî birîndar bû. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev kolber ji ber ketina mînekê û teqîna wê lingekî xwe ji dest daye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî yên Pawe hatiye veguhastin û rewşa giştî ya wî nebaşe. 
 
Ev kolber zewicî ye û zarokên wî hene. 
 
Li derheq rewşa vî kolberî de agahiyên berfireh ji aliyê Kurdpayê ve tên lêkolînkirin.