Veguhastina Rişad Parwîzî endamê komeleya “Nûjîn”ê bo girtîgeha Îtlaata Sine
09:54 - 6 Adar 2024
Endamê komeleya çandî û civakî ya “Nûjîn” Rişad Perwîzî piştî ku hat binçavkirin, ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Sine hat veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê Kurd ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.
Roja Şemî 28’ê Rêbendana 1402’an a Rojî hêzên ewlehiyê ev endamê “Nûjîn”ê li bajarê Kamiyaranê bêyî nîşandana belgeya dadgehê binçav kirin e.
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Rişad Perwîzî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.