Bane: 2 kolber ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatin birîndarkirin

09:52 - 6 Adar 2024

Êvariya roja Duşemî 14’ê Reşemeyê, 2 kolber li sînorê “Hengejale” ya ser bi bajarê Bane bi sebeba teqeya rasterast a yên hêzên hikûmetê hatin birîndarkirin. 
 
Nûçegihanê Kurdpayê destnîşan kir ku yek ji van kolberên birîndarkirî bi navê "Fexredîn Yûsifî" ye ku bêyî hişyarî ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatiye gulebarankirin. 
 
Ev du kolber ji lingê xwe birîndar bûne û ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Bane hatine veguhastin. 
 
Li gor zanyariyên ku ji nûçegihaniya Kurdpayê hetine ragihandin, Fexredîn Yûsifî bi sedema giraniya birîna lingê xwe bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hatiye veguhastin. 
 
Bidûreçûna bo eşkerekirinA nasname û rewşa kolberê din ku di vê bûyerê de birîndar bûye, ji aliyê Kurdpayê ve lêpirsîn berfireh didomin.