Li sînorê Seqizê zarokek kolber ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da

04:11 - 26 Adar 2024

Êvariya roja Yekşemî 5ê Xakelêweya 1403an a Rojî, xortekî 15 salî bi navê “Hestyar Ebdulkerîmî” xelkê Dîwandereyê bi sedema sermayê li sînorê “Mîşav”a ser bi bajarê Seqizê canê xwe ji dest da. 
 
Li gor çavkaniya agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, termê vî kolberî roja Duşemî 6ê Xakelêwê hat dîtin û piştre bo pijîşkiya dadwerî ya Seqizê hat veguhastin. 
 
Herwisa êvariya roja Yekşemî 5ê Xakelêweya 1403an a Rojî, kolberek temen 48 salî bi navê “Mihemed Bayer Mihemedî” xelkê gundê “Zîran” a ser bi parêzgeha Ciwanroyê bi sedema rawestana dil li sînorê Newsûdê canê xwe ji dest da.