Zana Mênberî piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Sine hat berdan

10:38 - 4 Adar 2024

Roja Yekşemî 13ê Reşemeyê, ciwanê Kurd ê bi navê “Zana Mênberî” yê xelkê bajarê Sine bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî heya dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, Mênberî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji girtîgeha Îdareya Îtilaata Sine bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin. 
 
Ev welatiyê han roja Sêşemî 1’ê Reşemê, bêyî biryara dadgehê li cihê karê xwe li taxa “Hacî Ava” ya ser bi bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Zana Mênberî temenê wî 24 saliye û biraziyê Peyman Mênberî yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Sine û kurê Bêhzad e. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî ciwanê Kurd de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.