Newsûd: Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

06:09 - 24 Adar 2024

Sibeha roja Şemiyê 4’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, kolberekî Kurd ê bi navê “Peyman Ehmedî” xelkê Ciwaroyê, li sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Termê Kolberê hatî kuştin ji bo nexweşxaneya Newsûdê hatiye veguhastin û heya niha radestî malbata wî nehatiye kirin. 
 
Peyman Ehmedî 35 salî ye, zewicî ye, zarokek wî heye û xelkê gundê “Kakareşîd” a ser bi bajarê Ciwanroyê ye.