Pîranşar; 21 meh cezayê girtîgehê yê Mêhûş Tewesulî, yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin Jiyan Azadî, bi pêbenda elektronîk hat lidarxistin

23:47 - 2 Adar 2024

Ji roja 7ê Reşemeya sala 1402an a Rojî ve, cezayê 21 meh hepsa Mêhnûş Tewesulî, yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan Azadî, li bajarê Pîranşarê, di bin pêbenda elektronîk de hatiye lidarxistin. 
 
Li gorî nusxeyek ji nivîsarên dadwerî yên têkildarî cezayê Mêhûş Tewesulî, ku ji bo Kurdpayê hatiye şandin, taya yekem a Dadgeha Cezayên Giran a Serdozgeriya Giştî û Şoreş a bajarê Pîranşarê ji girtîgeha Urmiyê re ragihandiye ku 21 meh cezayê girtîgehê yê pêbenda elekteronîkî ji Tewesulî re li Pîranşarê tê ragihandin. 
 
Di 5’ê Xermanana sala 1402’an a Rojî de, Dadgeha Şoreşê ya Pîranşarê, Mêhûş Tewesulî, bi tohmetên weke kombûn û lihevkirina dijî ewlekariya netewî, 21 meh heps û endametiya di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de, bi 20 meh heps û propaganda li dijî hikûmeta Îranê bi 4 meh heps ceza kiriye.  
 
Her di vê pêwendiyê de hevjînê wê Cotyar Eşrefzade jî bi heman tohmetan 3 sal heps hatiye cezakirin. 
 
Sibeha roja Pêncşemî, 28ê Rezber a sala 1401an a Rojî, Cotyar Eşrefzade û Mêhûş Tewesulî, bi tohmeta beşdarbûna di xwenîşandanên serhildana Jin, Jiyan Azadî, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, hatibûn berdan.