Esed Mihemedî ji bo cîbicîkirina cazyê xwe bo girtîgeha Sine hat veguhastin

23:35 - 6 Şibat 2024

Roja Sêşemî 17ê Rêbendanê, “Esed Mihemedî” çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sine, piştî gazîkirina bo taya cîbicîkirina cezayên tawanan a serdozgeriya giştî û şoreşa vî bajarî, hat binçavkirin û ji bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Sine hat veguhastin. 
 
Pêştir ev çalakvanê medenî bi tohmeta “propaganda li dijî hikûmetê” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Sine ve bi salek heps hat cezakirin. 
 
Êvariya roja Duşemî 2’ê Gelawêjê, hêzên ewlekarî bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtin ser mala Mihemedî li şehreka “Vîlaşehr” a Sine û bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ew binçav kirin. 
 
Ev çalakvanê medenî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bi danîna barimteyê bo demekê hatibû berdan. 
 
Roja Şemî 21’ê Gelawêjê, Behar Ehmedî hevjîna Esed Mihemedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Îtlaata Sine hatibû veguhastin.