Îlam; Hunermendê Kurd Mihemed Ebaszade, ji ber nerazîbûna li hember piştevaniya hin hunermendanji bo hilbijartinan, gazîkirin û soznameya bi neçarî jê wergirtin

23:06 - 28 Şibat 2024

Roja Duşemî 7’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, hunermendê navdar ê Îlamê Mihemed Ebaszade, bi sedema nerazîbûna xwe li hember stranbêjiya çend stranbêjên hikûmetê ji bo piştevanîkirina ji hilbijartinan, ji aliyê îdareya Emakinan a Îlamê ve hatibû gazîkirin û piştî gefxwarinê û wergirtina soznameya  bi zorê, hat berdan. 
 
Ebaszade bi weşandina vîdoyekê li ser rûpela xwe ya Instagramê, piştgirîya van hunermendan ji bo hilbijartinên hikûmetê nerazîbûna xwe nîşan dabû. 
 
Di meha Banemera sala 1402’an a Rojî de, ev hunermend ji aliyê taya 101 a dadgeha tawanan a Îlamê, bi tohmeta “bêrêzî li îmaman û weşandina derewan” bi 6 meh û rojek heps, 24 milyon Tûmen cezayê pere û cezayê tevaw  hatiye cezakirin. 
 
Her wiha ev hunermend ji bo nivîsandina gotareke 50 rûpelî bi destnivîsa xwe li ser "encamên bêrêzîkirin li tiştên pîroz ên li axretê" hat cezakirin. 
 
Pêştir bi tohmeta “tevlî kombûn û aloziyan, xwendina sirûd ji bo Jîna-Mehsa Emînî, têkdana hizra xelkê û peywendiya bi medyayan re” ji aliyê dadgeha Şoreşa Îlamê ve bi salek cezayê hebsê, 5 milyon Tûmen cezayê pere û 74 qamçiyan hatibû cezakrin. 
 
Mihemed Ebaszade, roja 27’ê Rezber a sala 1401’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî çend rojan di odeya takekesî de, bo girtîgeha navendî ya Îlamê hatibû veguhastin. 
 
Ev hunermend piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê di 12ê Xezelwera 1401an a Rojî de, bi danîna barimteya 700 milyon Tûmenî heta dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Îlamê hatiye azadkirin.