Li ser sînorê Bane kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

23:14 - 26 Şibat 2024

Êvariya roja Duşemî 7’ê Reşemeyê, kolberekî bi navê “Ceifer Ferecî” xelkê gundê “Dewlet Qela” ya ser bi bajarê Seqizê li sînorê bajarê Bane ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî kolberî li sînorê “Hengejale” ya Banê kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Termê wî kolberî ji bo nexweşxaneya Bane hatiye veguhastin û heya niha radestî malbata wî nehatiye kirin. 
 
Ceifer Ferecî temen 40 salî bû, zewicî ye û du zarokên wî hene.