Hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê teqe li komek kolberan kirin û herî kêm 21 kolber birîndar kirin

21:47 - 26 Şibat 2024

Êvara roja Şemiyê 5’ê Reşemeya 1402’an, hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Newsûdê gule berdane komek kolberan û herî kêm 21 kolber birîndar kirin. 
 
Di hevpeyvînekê de ligel Kurdpayê, çavkaniyek agahdar nasnameya hinek ji van kolberan bi navên “Mobîn Keremî xelkê Sine, Bêhnam (paşnav ne diyar), Kawe (paşnav ne diyar) xelkê Merîwanê, Fuad Fêyzî xelkê gundê Hişmîza ser bi Sine, Mîlad (paşnav ne diyar) û Ferzad Rostemî" ragihand. 
 
Li gor çavkaniyek haydar, hêzên leşkerî yên hikùmetê bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li wan kolberan kirine û ev kolber ji pişt, serî, dest, rû û lingên wan birîndar bûne. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Kolberên birîndar ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hatine veguhastin. 

Her di vê derheqê de zanyariyên zêdetir ji wan kolberên din ên birîndar ên vê bûyerê ji aliyê Kurdpayê ve têne lêkolînkirin.