Sine; Binçavkirin û nexuya bûna çarenivîsa welatiyekî Kurd

06:19 - 22 Şibat 2024

Roja Pêncşemî 26ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Ako Mihemedniya” xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û heya niha ti zanyariyek li derheq çarenivîsa wî de nîne. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, ev welatiyê han li yek ji xalên pişkinînê yên “Fêyîz Ava” ya bajarê Sine binçavkirine û piştre bo cihekî nediyar veguhastine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heya niha hewlên malbata Mihemedniya ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe bê encam mane. 
 
Ako Mihimadniya 35 salî ye û du zarokên wî hene. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfireh li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser wî tine ne.