Urmiye; Şahîn Vesaf li ser dozên "sîxoriya bo Îsraîl" cezayê îdamê lê hat birîn

23:15 - 21 Şibat 2024

Şahîn Vesaf welatiyek Kurd yê xelkê bajarê Selmasê û rûniştiyê bajarê Urmiye, piştî derbasbûna salek binçavkirinê ji aliyê taya sêyem a dadgeha Şoreş a Urmiye bi tohmeta "sîxorîkirina bo Îsraîl"ê bi îdamê hat cezakirin. 
 
Biryara Dadgeha Pêşîn a îsal li 11ê Rezbera îsal li girtîgeha navendî jêra hatye ragihandin. 
 
Şahîn Vesaf roja Çarşemî 31ê Xermananê, di el welatiyê bi navê Nasir Vesaf belgeya dadgeyê li mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin, û  ji bo Îdareya Îtlaata Urmiye hatiye veguhastin. 
 
Her du welatiyan çend mehan ji bo îtîrafên bi zorê û pejirandina "sîxorîkirina ji Îsraîlê re" li Îdareya Îta`ata Urmiye de rastî îşkenceyên derûnî û fîzîkî hatine. 
 
Ev her du welatî piştî ku pêvajoya lêpirsînê yanî Nasir Vesaf piştî dervasbûna zêdetirî salek hepskirinê hatiye berdan. 
 
Civîna dadgehê di taxa sêyemîn a Dadgeha Şoreş a Urmiye de bi bêy  hebûna parêzerek hatiye lidarxistin.