Hejar Ehmedî Azer piştî danîna barimteyê hat berdan

00:50 - 19 Şibat 2024

Roja Şemî 28’ê Rêbendana 1402’an a Rojî, “Hejar Ehmedî Azer” xelkê gundê “Naçît” a ser bi bajarê Bokanê, ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta dawîhatina dozê hat azadkirin. 
 
Ev welatî, sibeha roja Pêncşemî 28’ê Rêbendan a 1402’an, bê biryara dadgehê û bi tundî li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin‌ û tometbarkirina Ehmedî Azer de, ti zanyariyên berfireh bi dest neketiye.