Nexede; Bêhzad Mihemedî bi danîna barimteyê hat berdan

00:57 - 16 Şibat 2024

Roja Pêncşemî 26’ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Bêhzad Mihemedî” temen 30 salî, kurê Murad, û xelkê gundê “Qorûcave” ya ser bi Pîranşarê, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Nexede, bi awayekî demkî hat azadkirin. 
 
Ev welatiyê han piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê ji girtîgeha ewlehiyê bo girtîgeha Nexede hate veguhastin. 
 
Sibeha roja Sêşemî 26`ê Rêbendanê, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana biryara dadgehê, ev welatiyê Kurd binçavkirine. 
 
Bêhzad Mihemedî zewicî ye û zarokek wî heye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Mihemedî de, ti zanyariyên berfireh bi dest neketiye.