Dêhgulan; Civîna dadgehê ji bo guhdarkirina tohmetên li ser çalakvana medenî Ferîde Veyîsî pêk hat
![](/content/upload/1/root/5967.jpg)
Roja Çarşemî 22’ê Sermawezê, civîna dadgehê li ser tohmetbarkirina Ferîde Veyîsî, çalakvana medenî ya xelkê Dêhgulanê, li taya yekem a dadgeha Şoreş a vî bajarî birêve çû.
Di vê hevdîtinê de Xanim Veyîsî li hember tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê” berevaniya xwe kir.
Dadwerê dadgehê naverok û vîdyoyên vê çalakvana medenî li derheq “Jin û hişyarî (jina hişyar)” wek tawanbara propagandaya dijî nizamê da zanîn.
Li gor çavkaniyeke agehdar, biryar e di paşerojê de duyemîn civîna dadgehê ya vê çalakvana medenî were lidar xistin.
Roja 19’ê Sermawezê, Ferîde Veyîsî bi tohmeta “propagandakirina li dijî hikûmetê” bo taya yekem ê Dadgeha Şoreşê ya Dêhgulanê gazî kiribûn.
Di Befranbara 2019’an de, ev çalakvana medenî ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi du sal derbaskirina girtîgehê hatibû cezakirin.