Li Girtîgeha Dîzêlava ya Kirmaşanê girtiyek hat darvekirin

08:53 - 14 Kanûna pêşîn 2023

Sibeha roja Çarşemî 22’ê Sermawezê, girtiyê bi navê “Obeyd Mehmûdî” xelkê Rewanserê li girtîgeha Dîzêlava ya Kirmaşanê hate bidarvekirin. 
 
Di rojên derbasbûyî de ev girtiyê han bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Dîzêlava ya Kirmaşanê hatibû veguhastin. 
 
Cezayê darvekirinê di Rezbera sala 1400’an de bi tohmet “kuştina bi zanebûn” ya jinekê hatibû binçavkirin û ji aliyê serdozgeriyê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. 
 
Obeyd Mehmûdî, zewicî ye, xwedî zarokekê ye û xelkê gundê “Qorî Qela” ya ser bi navçeya Şahû ya bajarê Rewanserê ye. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.