Kamran Saxtmanger, çalakvanê kedkar, hat binçavkirin û şandin girtîgeha Sine

15:51 - 28 Çirriya paşîn 2023

Roja Duşemî 6ê sermawezê, çalakvanê kedkarî Kamran Saxtimanger, piştî ku serdana taya çarem a Îdareya Cezayê ya Sine kiribû, hatibû binçakirin bo derbaskirina cezayê xwe navbirî bo girtîgeha Sine veguhastin. 
 
Di 2’ê Xezelwerê de ev çalakvanê kedkarî ji bo sepandina ceza û dayîna cezayê pere, ji taya çarem a Îdareya Cezayên Giştî ya Sine wergirtibû. 
 
Kamran Saxtmanger di taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine de ji sûcê “hevalîtî û lihevkirin” hat berdan û bi tohmeta “propagandakirina li dijî dewletê bi rêya medyaya civakî û hevpeyvîna bi televizyonê re” 3 meh cezayê girtîgehê û cezayê pere lê hat birîn. 
 
Dadgehê li ser dosyeya berê ya Saxtmanger de li ser belgeyên qanûnî, şert û mercên fizîkî û tibbî û belgeya tiba edlî, cezayê wî yê 3 mehan veguherand cezayê pere û bi giştî 34 milyon cezayê pere lê birî. 
 
Civîna tohmetbarkirina vî çalakvanê kedkarî roja 26`ê Xermananê bêyî parêzer li taya yekem a dadgeha Şoreşê ya bajarê Sine birêve çû. 
 
Ev çalakvanê kedkarî pêştir bi tohmeta “endamtiya di Komale û propaganda li dijî dewletê” de, bi 5 sal heps hatibû cezakirin, û piştî ku ev ceza bo 28 mehan hate kêmkirin, roja 1’ê Xakelêweya sala 1402’an Rojî, ji girtîgeha Sine hat azadkirin.