Bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê Nowsûdê kolberekî xelkê Ciwanroyê bi giranî birîndar bû

15:49 - 28 Çirriya paşîn 2023

Sibeha roja Yekşemî 5`ê Sermawezê bi navê “Hebîb Rizayî” temen 52 salî, xelkê Ciwanroyê, bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Newsûdê bi giranî birîndar bû. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê teqe li vî kolberî li sînorê Newsûdê kirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev kolberê han bi sebeba giraniya birînan bo nexweşxaneya Taleqanî ya Kirmaşanê hat veguhastin û di encama teqeyê de pişta wî paşmayê şikestiye û xwînrêjiya pişikê rû daye. 
 
Hat ragihandin ku rewşa giştî ya vî kolber nebaş e.