Kolberekî ji Selas Bawecanî bi sebeba teqeya hêzên dewletê li ser sînorê Nowsûdê hat kuştin

17:17 - 27 Çirriya paşîn 2023

Êvariya roja Yekşemî 5`ê Sermawezê kolberê bi navê “Yaver Veysî” kurê Elî û Fatemê xelkê gundê “Qilqile” a ser bi Selas Bawecanî ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve bi giranî birîndar bû û canê xwe ji dest da. 
 
Li gorî çavkaniyeke haydar, ev kolberê han ji ber birînên xwe li nexweşxaneya Nowsûdê jiyana xwe ji dest da. 
 
Çavkaniya nûçeyan a Kurdpa ragihand: Hêzên leşkerî yên hikûmetê ji devera li pişt wî gundî bi çekên lûledirêj gule berdane ser vî gundî. 
 
Ev kolbert zewicî ye û du zarokên wî hene. 
 
Di vê derheqê de, sibeha roja Yekşemî 5’ê Kanûnê, kolberek bi navê “Farûq Elîzade” temen 17 salî, kurê Osman û Xunçe, xelkê bajarê Rebet a Serdeştê, di encama êrîşa hêzên leşkerî yên hikûmetê de li ser sînûrê Bane jiyana xwe ji dest da.