Du girtiyên xelkê Kirmaşanê li girtîgeha Qizilhisar a Kerecê hat îdamkirin

23:59 - 22 Çirriya paşîn 2023

Serê sibê roja Çarşemî 1ê Sermawezê, du girtiyên bi navên “Mihemed Endîşkoh” kurê Xudad xelkê Kirmaşanê û “Muslim Cemşîdî” kurê Elî Cefer xelkê bajarê Hersîn a parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hatin îdamkirin. 
 
Roja Sêşemî 30`ê Xezelwerê ev du girtî ji bo cîbicîkirina cezayê han bo odeye takekesî ya girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hatine veguhastin. 
 
Ev her du girtî çend salan berê di du dozên cuda de bi tohmeta  “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibûn binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê ji wan re hatibû birîn.