Pîranşar; Du zarokên din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

01:17 - 22 Çirriya paşîn 2023

Êvariya roja Duşemî 29ê Xezelwerê, du zarokên bi navên “Pêşewa Nebî” temen 16 salî û “Karzan Nebî” temen 15 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan, ev du zarok binçav kirine. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên van her du zarokan de ti agahî nehatine bidestxistin. 
 
Ji wan her du haletan, ji roja Yekşemî 28ê Xezelwerê heta roja Duşemê 29`ê Xezelwerê, 5 zarok ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 
 
Di vê derheqê de, roja Duşemî 29’ê Xezelwerê, zarokek temen 16 salî bi navê “Komar Nebî” kurê Şêrko xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Her wiha êvariya roja Yekşemî 28’ê Xezelwerê zarokek temen 16 salî bi navê “Hêdî Yûsifî Eqdem” û zarokek 14 salî bi navê “Ferzîn Nebî” xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Pêşewa û Karzan Nebî