Girtiyê xelkê Bokanê li girtîgeha Erdebîlê hat îdamkirin

18:07 - 20 Çirriya paşîn 2023

Serê sibê roja Duşemî 29`ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “Siyamend Stiwar” kurê Hebîb xelkê bajarê Bokanê li girtîgeha navendî ya bajarê Erdebîlê hate bidarvekirin. 
 
Ev girtiyê 40 salî berî niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Siyamend Stiwar zewicî ye û du zarokên wî hene. 
 
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.