Merîwan; Adil Pîrozî piştî ku bo Îdareya ítlaatê hatibû gazîkirin hat binçavkirin

18:06 - 20 Çirriya paşîn 2023

Roja Duşemî 29’ê Xezelwerê, Adil Pîrozî girtiyê siyasî yê berê yê xelkê gundê “Serdoş”a Merîwanê, piştî gazîkirina bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hat binçavkirin. 
 
Ev welatiyê han bi rêya telefonê bo dezgeha îtlaata ya Merîwanê hatiye gazîkirin. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba gazîkirin û binçavkirina Pîrozî de tine. 
 
Roja Çarşemî 6ê Xakelêweya 1399an a Rojî, ev girtiyê siyasî yê berê bi sebeba belavbûna kirîza Koronayê ji girtîgeha Merîwanê hatibû azadkirin. 
 
Adil Pîrozî di Xezelwera 1397an a Rojî de bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” hatibû binçavkirin û piştî du mehan ji binçavkirinê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû berdan. 
 
Ev ciwanê Kurd bi heman tohmetê ji aliyê dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê ve bi 2 sal heps hatibû cezakirin û ji bo cîbicîkirina wê cezayî li demsala Zivistana sala 1398’an bo girtîgeha Merîwanê hatibû veguhastin.