Urmiye; Kolberek bi sedema ketina ji bilindahiyê canê xwe ji dest da
18:05 - 20 Çirriya paşîn 2023
Êvariya roja Yekşemî 28’ê Xezelwerê, kolberê bi navê Qesîm Kerîmî yê xelkê gundê “Firûziyan” a ser bi navçeya Soma ya Biradost a bajarê Urmiyê, bi sedema ketina ji bilindahiyên sînorê vî bajarî, canê xwe ji dest da.
Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpa re ragihandiye, ev kolber dema diçû kolberiyê ji ber rewşa xirab a hewayê ji bilindahiyê ketiye.
Ev Kolberê 23 salî kurê Îrec e, zewicî ye û du zarokên wî hene.