Sine; Keyvan Zendkerîmî 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

01:18 - 19 Çirriya paşîn 2023

Keyvan Zendkerîmî welatiyê bajarê Sine ji aliyê taya yekem ya dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 5 sal heps hat cezakirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, dadgehê ev welatiyê hab bi “komkirin û komploya li dijî ewlehiya niştimanî, propaganda li dijî dewletê û beşdariya di kombûnên neyasayî de” tometbar kiriye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev ceza roja Çarşemî 17ê Xezelwerê bi fermî ji Zendkerîmî re hatiye ragihandin. 
 
Roja Yekşemî 17ê Banemera îsal, Keyvan Zendkerîmî piştî 5 rojan careke dubare ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û roja 4ê Xermananê, bi danîna barimtetê hat berdan. 
 
Roja Sêşemî 12ê Banemerê, Zendkerîmî piştî derbaskirna 125 rojan binçavkirina demkî, bi danîna barimteta 3 milyar Tûmenî heta dawîhatina dozê, ji girtîgeha Sine hat azadkirin. 
 
Keyvan Zendkerîmî li 7’ê Befranbara 1401’an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hat binçavkirin û piştî du mehan lêpirsînê, ji yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sine bo girtîgeha vî bajarî hat veguhastin.