Bokan; Binçavkirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

12:53 - 17 Çirriya paşîn 2023

Êvariya roja Pêncşemî 25`ê Xezelwerê, ciwanekî Kurd bi navê Zaniyar Fetahiyan, temen 23 salî, kurê Xalid xelkê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçavkirin e. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Zaniyar Fetahiyan de ti agahî nehatin bidestxistin.