Bidarvekirina girtiyekî li girtîgeha Kirmaşanê

20:44 - 16 Çirriya paşîn 2023

Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, sibeha roja Sêşemî 23`ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “Şehbaz Letîfî Sirînî” yê temen 37 salî, li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê hate bidarvekirin. 
 
Ev girtiyê han beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû girtin û piştre ji aliyê meqamên dadwerî ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê li ser zarê çavkaniyek agahdar ragihand: Şehbaz Letîfî berî du salan bi kuştina hevjîna xwe û efserekî polîs bi çeka Kelaşnîkof hatibû tohmetbarkirin û ew bavê zarokekî biçûk bû. 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, îdamkirina vî girtiyê han ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.