Girtîgeha Nexede; Soran Mehmûdî piştî danîna barimteyê hat berdan

08:55 - 15 Çirriya paşîn 2023

Roja Duşemî 22ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd bi navê “Soran Mehmûdî” kurê Xalid xelkê Pîranşarê, piştî danîna berimteya 3 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexedê hat azadkirin. 
 
 Mehmûdî di destpêka meha Rezebera a sala 1402an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û di dawiya meha Rezberê de, piştî bidawîhatina piroseya lêpirsînê, ji girtîgeha ewlehiyê ya Pîranşarê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.