4 endamên Encûmena Şêwreya Çalakvanên Medenî ên Yarasanê hatin binçavkirin

18:52 - 10 Çirriya paşîn 2023

Roja Înê, 19ê Xezelwerê, endamên Ecûmena Şêwreya Çalakvanên Medenî yên Yarsan, ên bi navên Seyîd Emîn Ebasî, Xeyrullah Heqicûyan, Pakzad Tahrî û Nûşad Tahirî, li benda kontrolê ya “Pataq” a ku 15 kîlometran dûrî rêya Serpol Zehawê ya Kirmaşanê ye, hatin binçavkirin. 
 
Encûmena Şêwireya Çalakvanên Medenî a Yarasanê ragihand ku kesên navborî îro danê sibê ji bajarê Sehne ya Kirmaşanê çûne Qesra Şîrînê û li gel Berdevkê Encûmena Şêwreya Çalakiyên Medenî û Sekreterê Eniya Yekgirtû Siyaweş Heyatî hevdîtin pêk bînin, lê di rêya vegerê de hat binçavkirin." 
 
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina van 4 endamên Encûmena Şêwreya Çalakvanên Medenî ya Yarasanê de ti agahî nehatine bidestxistin.