Bokan; Binçavkirina Qehreman Lotfî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

17:07 - 1 Çirriya pêşîn 2023

Roja Çarşemî 5`ê Rezberê, welatiyê Bokanê Qehreman Lotfî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han zêrfiroşî heye li Bokanê û bêyî radestkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tohmeta piştevanîkirina ji greva dikandar û bazarên vî bajarî di salvegera qetila hikûmetî ya Jîna Emînî de hatiye binçavkirin.  
 
Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê rewş û çarenivîsa vî welatiyê hanê de berdest nîne. 
 
Di vê derbarê de, roja Şemî 8’ê Çiriya Pêşîn, welatiyê bajarê Bûkanê Seyîd Esed Yûsifî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.