Bokan; Binçavkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
10:19 - 1 Çirriya pêşîn 2023
Roja Şemî 8’ê Xermananê, welatiyê bajarê Bokanê Seyîd Esed Yûsifî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han xwediyê zêranxaneya Yûsifiyê li bajarê Bokanê ye û bi tohmeta piştevanîkirin ji grevên salvegera kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî nîşandana belgeya dadgehê hatiye binçavkirin.
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq rewş û çarenivîsa Yûsifî de tineye.