22 Xermanana sala 1401 a Rojî ku Jîna-Mehsa Emînî piştî binçavkirin û lêxistinê li ser hiş çû (koma)

11:06 - 14 Îlon 2023

Di roja 22’ê Xermanana sala 1401’ de, Jîna Emînî ji aliyê hêzên serkutker ên Geşta Îrşad ve hat binçavkirin û piştî ku ji bo girtîgeha Wuzera hat veguhastin, di nav komayê de bo nexweşxaneya Kesra hat veguhastin.

Roja Sêşemî 22ê Xermanana sala 1401 a Rojî, Jîna Emînî ya temen 22 salî û xelkê Seqizê, li yek ji parkên bajarê Tehranê tev birayê xwe Eşkan li wir bû, rastî hêzên Geşta Îrşad dibe û piştî binçavkirin û lêdanê bo girtîgeha “Wuzera” li Tehranê hatibû veguhastin.

Jîna Emînî piştî çend demjimêran di girtîgeha “Wuzera”yê de tûşî li ser hiş çûnê dibe û bo nexweşxaneya “Kesra” ya Tehranê tê veguhastin.

Paşnîvroya roja Înê 25ê Xermanana sala 1401 a Rojî, nûçeya koça dawî ya Jîna Emînî li çaremîn roja li nexweşxaneya Kesra yê, civaka Kurdistan û Îranê heyrî kir.