Pejirandina destûra malinişînkirina bi zorê ya mamostaya fîzîkê ya paşnavendî ya Seqizê Şîlan Yûsifî ji aliyê komîteya binpêkirinan a Wezareta Perwerdeyê ve

11:03 - 14 Îlon 2023

Desteya Binpêkirinan a Wezareta Perwerdeyê biryara malinişînkirina bi zorê ya bi paşxistina du komên mamosteya fîzîkê ya paşnavendî ya Seqizê Şîlan Yûsifî piştrast kir.

Xanima Yûsifî bi 23 sal ezmûna mamostatiyê, bi kêmkirina du koman ji aliyê komîteya pileya yekem a binpêkirinan a Rêveberiya Xwendina Giştî ya bajarê Seqizê ve bi malinişînkirina bi zorê hat cezakirin.

Tohmetbarkirina vê mamostaya Kurd bi amadebûna di civînên sendîkaya mamostayan û piştevanîkirina ji xwenîşandanên Jin, Jiyan û Azadî de hatiye ragihandin.

Piştî pejirandina cezayê Şîlan Yûsifî, Encumena Hevahengiya Sendîkayên Mamostayên Îranê, tevî şermezarkirina van biryarên neyasayî, çend biryarên wek dûrxistina ji kar, dûrxistina ji komê, malinişînkirina bi zorê û ... hwd, li ser mamostayan, rewşa nizamî û ewlehiyê ya li ser vê Wezareta Perwerdê da zanîn ku mamosteyan bo li hember derketina vê kiryarê vedixwîne.