Gazîkirina 8 welatiyan bo dadgeha cezayên giran a Îlamê
01:07 - 30 Îlon 2023
8 welatiyên bi navên "Hisên Aşûrî", "Ezîm Yadgarî", "Ferşad Ayînî", "Se`idullah Ayînî", "Mihemed Hisên Hasilî", "Vahîd Çeweran", "Naser Rezayî" û "Bextiyar Mihemedzade" bo Dadgeha Cezayê Giran a Îlamê hatin veguhastin.
Dadgehê ev 8 welatî bi "têkdana aramî û ewlehiya giştî, civak û lihevkirina ji bo sûcê li dijî ewlekariya navxweyî/derve û nîşandana hêzê bi çekan" tohmetbar kir.
Van 8 welatiyan 10 rojan dem hene ku xwe bi dadgeha cezayên giran a Îlamê bidin nasîn.
Ji van 8 welatiyan, Vehîd Çavran, Nasir Rizayî û Bextiyar Mihemedzade li girtîgeha navendî ya Îlamê de ne.