Sulmaz Hesenzade xwîşka Mihemed Hesenzade ku yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî ye li Bokanê hat binçavkirin

01:24 - 29 Îlon 2023

Roja Çarşemî 5’ê Rezbera îsal, Sulmaz Hesenzade xwîşka Mihemed Hesenzade, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî, li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniya ku ji Kurdpa yê re ragihandiye, Sulmaz Hesenzade tevî 3 welatiyên din ên bi navên “Şîrîn Xeyat”, “Sîmîn Xeyat” û “Şêyîda Rizayî” bo şahiyekê li bajarê Seqizê hatibûn vexwendin û ji aliyê hêzên hikûmetê ve li xala kontrolê ya bajarê Seqezê hatibûn binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve veguhastin. 
 
Roja Sêşemî 14ê meha Xermananê, Ehmed û Sulmaz Hesenzade bav û xwîşka şehîd Mihemed Hesenzade ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî, bo Îdareya Îtilaata Bokanê hatin gazîkirin û lêpirsîn ji wan hat kirin. 
 
Di 25’ê Xezelwer a sala 1401’an de, Mihemed Hesenzade, 28 salî, di xwenîşandanên Bokanê de ji ber gulereşandina hêzên serkutker jiyana xwe ji dest da. Wî di nivîsa posta xwe ya dawîn a Instagramê de wiha nivîsîbû: "Dibe ku îro roja dawî ya jiyana min be, ji bo bextewariya neteweyî de."