Seqiz; Efxem Muradiyan piştî danîna barimteya giran serbest hat berdan

01:23 - 29 Îlon 2023

Roja Pêncşemî 6ê Rezberê, welatiyê bajarê Seqizê “Efxem Muradiyan” piştî danîna barmteya giran, bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
Muradiyan êvariya roja 30 Cozerdana îsal ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî nîşandana belgeya dadgehê hat binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îstlaata Sine hat veguhastin. 
 
Ev welatiyê han piştî bidawîbûna proseya lêpirsînê di 28`ê Xermananê de bo girtîgeha Seqizê hatibû veguhastin. 
 
Heya niha li derheq sedema binçavkirin û tometbarkirina Efxam Muradiyan de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.