Dirêjkirina heyama hepsa demkî ya welatiyekî extiyar

22:00 - 28 Îlon 2023

Roja Şemî 1’ê Rezberê dadgeha Pîranşarê biryara binçavkirina demkî ya welatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Emîn Mihemedî” temen 72 salî bo mehek din dirêj kir. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê êxtiyar li girtîgeha Îdareya Îtila`ata Urmiyê de tê lêpirsîn û heta niha ji mafê hebûn parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê psr bûye. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Malbata vî welatiyê han ji çarenivîsa wî haydar nin û eva jî bûye sedema nîgeraniya wan. 
 
Mihemed Emîn Mihemedî xelkê Pîranşarê ye û roja 13ê meha Xermananê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Heta niha li derheq sedema binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.