Li bajarê Dêhloranê, hunermendekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin
13:55 - 9 Îlon 2023
Roja Çarşemî 15ê Xermanana 1402an, hunermendê temen 36 salî yê xelkê bajarê Dêhloranê yê bi navê “Weten Dûstî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ev hunermendê Kurd binçav kirine.
Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên hatinî sepandin li dijî “Weten Dûstî” ti zaniyariyek li ber dest nîne.