Sine; Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

11:40 - 24 Îlon 2023

Di rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd bi navê “Kamyar Xaliqpenah” xelkê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpa yê re ragihandiye, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşanî wî bidin, ev welatiyê han binçav kirine. 
 
Vê çavkaniya agehdar diyar kir: Heta niha şopandina malbata Xeliqpenahî ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe bê encam bûye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Kamyar Xaliqpenah de tine ye.