Îlam; Binçavkirina 3 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:30 - 24 Îlon 2023

Di rojên derbasbûyî de sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Îlamê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo girtîgeha Îdareya Îtila`ata vî bajarî hatin veguhastin. 
 
Çavkaniyek agehdar a Kurdpayê li Îlamê nasnameya du kes ji wan girtiyan bi navên “Secad Şehrevendî” û “Sîna Delîrî” ragihandiye û zanyariyên zêdetir derbarê nasnameya welatiyê din ê girtî ji aliyê Kurdpayê ve lêkolînê dikin, lê navê malbata wî Îbrahîmî hatiye ragehandin.  
 
Li gor çavkaniyeke agehdar a Kurdpayê, hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşanî van bidin, ev her sê welatî di nav mala  wan de binçav kirine. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti agahiyek li derheq rewş, sedema binçavkirin û tohmetbarkirina van her sê welatiyan li ber dest nine.