Li Selasa Nawecanî sê ciwanên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

13:55 - 9 Îlon 2023

Roja Duşemî 13ê Xermanana 1402an, 3 ciwanên Kurd ên bi navên “Ferdîn Sedaqet” ê temen 20 salî û kurê “Keykawûs”, “Tehsîn Yûsifî” yê temen 19 salî yê kurê Mihemed û “Muslim Hemdî” yê xelkê bajarê Selasa Bawecanî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî, êrîşî ser mala wan 3 welatiyên Kurd kirine û ew binçav kirine.

Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye: “Ev 3 ciwananên Kurd bo lêpirsînê, bo yek ji girtîgehên ewlehî yên li bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên hatinî sepandî li dijî van 3 welatiyan, ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Wêne ji rastê ve bo çep: “Ferdîn Sedaqet, Tehsîn Yûsifî û Muslim Hemdî”