Seqiz; Saman Paşayî piştî danîna barimteya giran hat berdan

21:26 - 21 Îlon 2023

Roja Pêncşemî 30ê Xermananê, Saman Paşayî werzişvanê medala cîhanî ya gulleştê û xelkê Seqizê, piştî danîna barimteya giran, ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin. 
 
 Paşayî bi danîna barimteya 5 milyar Tûmenî heta dawîhatina dozê bi awayekî demkî ji girtîgeha Seqizê hat berdan. 
 
Saman Paşayî piştî azadkirinê ji aliyê hejmarek çalakvanên siyasî û medenî ve hat pêşwazîkirin. 
 
Di rojên derbasbûyî de zêdetirî 300 welatî, xwendekar, akademîsyen, çalakvanên mrdenî û siyasî di nameyeke vekirî de daxwaza azadkirina Saman Paşayî ji dezgeha dadwerî re kirine. 
 
Ev mamostayê zanîngehê ji bo îtirafên bi zorê di odeya takekesî ya Girtîgeha îtlaata Sine de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di bin givaşên tund de bûye û efserên ewlehiyê gef li wî xwaribûn ku eger hevkariyê bi îtirafkirina bi zorê neke, dê ji kar bê avêtin û destûr îzin nadinê ku bi ti karî re mejùl be heta boyaxkirin jî. 
 
Roja Yekşemî 11`ê Tîrmehê, Paşayî bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Saman Paşayî doktoraya xwe di warê fîzyolojî û xwarina werzişî de heye û endamê Akademiya Netewî ya Pizîşkî ya Werzişî ya Amerîkayê ye ku li zanîngehên Kurdistanê mamostetiyê dike. 
 
Heta niha derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina vî mamostayê zanîngehê de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.