Heqaret û bêhurmetîkirina hêzên ewlehiyê li hember malbata Hûmen Ebdullahî yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî de

21:25 - 21 Îlon 2023

Piştî nîvroya roja Pêncşemî 30ê Xermananê, malbat û xizmên Hûmen Ebdullahî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Sine, ji bo serdana gora wî serî li goristana “Hesen Abad” dan, lê hêzên ewlehiyê heqaret û bêhurmetî li wan kirin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, beriya ku malbata Ebdullahî bigihêje ser gora kurê xwe, hêzên ewlehiyê li wê goristanê amade bûne û ev kiryar rastî nerazîbûna malbata wî şehîdî hatiye. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Xizmên malbata Ebdullahî ji tirsa girtinê, bavê Homan Ebdullahî ji goristanê derxistin. 
 
Hûmen Ebdullahî yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî ye ku êvariya roja Çarşemî 16ê Sermaweza sala 1401`an li bajarê Sine ji ber gulereşandina hêzên serkutkar jiyana xwe ji dest da.