Sine; Çalakvana medenî Gelawêj Tehmasibî piştî ku ji bo îtlaatê hat gazîkirin, hat binçavkirin

18:48 - 17 Îlon 2023

Roja Şemî 25’ê Xermananê, Gelawêj Tehmasibî, çalakvana medenî û çiyagera xelkê Sine, piştî ku bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hatibû gazîkirin, hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev çalakvana jin a Kurd bi rêya pêwendiyeke telefonî bo Rêveberiya Îtlaata Sinê hatiye gazîkirin. 
 
Gelawêj Tehmasibî par di dema serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek befireh li derheq sedema gazîkirin û binçavkirina vê çalakvana jin de tuneye.