Merîwan; Bextiyar Nezerî ji aliyê îtla`atê ve gazîkirin û binçavkirin

16:54 - 17 Îlon 2023

Roja Şemî 25’ê Xermananê, welatiyê bi navê Bextiyar Nezerî yê xelkê Merîwanê bo Îdareya Îtila’ata Spaha Pasdaran a vî bajarî hat gazîkirin û vir jî hat binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, piştî binçavkirina vî welatî ti agahî li derheq çarenivîsa vî de tine ye. 
 
 Nezerî 42 salî ye û zewicî ye. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfireh li derheq sedema gazîkirin û binçavkirina Bextiyar Nezerî de neketine dest.