Seqiz; Binçavkirina Mêhran Saedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

16:53 - 17 Îlon 2023

Roja Şemî 25’ê Xermananê welatiyekî Kurd bi navê Mêhran Saedî temen 29 salî û kurê Ehmed xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî radestkirina belgeya dadgehê, ev ciwan li yek ji cadeyên bajarê Seqizê binçavkirine. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Malbata Saedî ji bo ku ji çarenivîsa kurê xwe zanibin serî li Îdareya Îtila`ata Seqizê dane, lê hêzên ewlehiyê bersiva wan nedane. 
 
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedem binçavkirin û tohmetbarkirina Mêhran Saedî de ti zanyarî li ber dest nînin.