Sine; Binçavkirina zarokekî temen 15 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:59 - 17 Îlon 2023

Roja Înê, 24ê Xermananê, zaroka temen 15 salî ya bi navê “Kavan Rizayî” û xelkê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agahdar, 15 hêzên ewlehiyê bêyî radestkirina belgeya dadgehê avêtine ser mala wî zarokî û ew binçavkirin. 
 
Vê çavkaniyê haydar her wiha got: Kavan Rezayî ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îstixbarata Senendcê hatiye veguhestin. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Kavan Rizayî de ti agahî nehatin bidestxistin.