Sine; Binçavkirina du welatiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

21:35 - 16 Îlon 2023

Sibeha roja Şemiyê 25ê Xermananê, 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Elî Ehmedî” û “Diyar Ehmedî” li gundê “Arnan”a Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar  veguhastin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî radestkirina belgeya dadgehê êrişî yek ji baxên derdora gundê “Arnan”ê kirine û bi tundûtûjiyê ev her du welatî binçavkirin. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina van her du welatiyan de ti zanyariyek tine.